image

PeyamaKurdCîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov diyar kir, ew çavdêriya gavên Washingtonê yên derbarê Kurdan û rewşa Sûriyê de dike û got: “Amerîka siyaseteke nehevseng li Rojava dimeşîne.”

Sergey Ryabkov di bersiva pirseke K24ê de li ser Rojavayê Kurdistanê da zanîn: “Ez ji mêj ve çavdêriya gavên Washingtonê yên derbarê Kurdan û rewşa Sûriyê de dikim.”

Herwiha li ser siyaseta Amerîkayê ya li Sûriyê Ryabkov eşkere kir: “Amerîka siyaseteke nehevseng û xweperest dimeşîne, ew saman û sermaye û dewlemendiya wî welatî talan dikin, tevî ku ew para xelkê wî welatî ye.”

Di berdewamiyê de di derbarê pêwendiyên Rûsya yên ligel Amerîkayê de, Sergey Ryabkov destnîşan kir, ezmûnek dijwar a danûstandinan a Rûsyayê ligel Amerîkayê heye û got: “Me kariye li Sûriyê bi hev re kar bikin û pêwendî ber bi pevçûnê ve neçe.”