image

PeyamaKurd - Piştî îmzekirina peymana avakirina kargeha balafirên bêmirov ên Tirk (Bayraktar) li Ukraynayê, Rûsyayê bertek nîşan da û gefa hedefgirtina wê kargeha ku çêbikin xwar.

Senatorê Rûsî Sergey Tsekov li ser mijara çêkirina kargeha SÎHAyên Tirk li Ukraynayê ragihand, heger Tirkiye kargeha Bayraktar ya ji bo çêkirina dronan li Ukraynayê ava bike, wê ev kargeh bibe armanca êrîşên Rûsyayê, ji ber ku Rûsya bi ti awayî qebûl nake Tirkiye tiştekî wiha li Ukraynayê bike.

Berdevkê Kremlînê Dimitri Peskov jî bertekek tund nîşan dabû û gotibû, Rûsya rê nade kargeheke wisa bê avakirin û heger bê avakirin jî wê bibe armanca êrîşên wan.