image

PeyamaKurd - Alîkarê Wezîrê Derve yê Sûriyê Besam Sebax li ser mijara asayîkirina pêwendiyên ligel Tirkiyeyê got, bêyî vekişîna leşkerên Tirkiyê ji Sûriyê, asayîkirina pêwendiyên bi Enqerê re ne pêkan e.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Sûriyê Besam Sebax ji medya rûsî Sputnikê re daye xuyakirin, “Divê Tirkiye hêzên xwe yên leşkerî vekişîne. Helbet, em ê vekirî bin ku bi wan re gotûbêjan bikin, lê ev yek ligel mayîna wan nabe, ev dagirkeriyeke neyasayî ye û dê rê li ber hemû hewldanên derbarê vê yekê bigire.”

Herwiha Sabax gotiye, niha ti cûre têkilî û pêwendiyên wan bi Tirkiyê re tune ne.

Hêjayî gotinê ye, çend roj berê Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Yaşar Guler amadebûna Enqerê ji bo destpêkirina gotûbêjên asayîkirina pêwendiyên ligel Şamê anîbû ziman, lê di heman demê de helwesta welatê xwe ya redkirina vekişîna ji bakurê Sûriyê jî dubare kiribû.