image

PeyamaKurd – Heyeta Amerîkayê li Herêma Kurdistanê seredana serokê herêma Kurdistanê  Nêçîrvan Barzanî kir. Di serê heyetê de koordînatorê Rojhilata Navîn û yê Bakûrê Afrîkayê yê ewlehiya konseya Koşka Sipî Brett McGurk heye. Di nav endamên heyetê de nûnerê wezareta karên derve yê Amerîkayê Derek Chollet, cîgirê wezîrê karên derve Joey Hood û cîgira wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Dana Stroll heye. Heyeta Amerîkayê bo serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî weha got:

“Ji serok Biden heya rêvebirên di asta bilind ya Amerîkayê de li Washingtonê gelek dostên we hene. Rêvebiriya nûh ya Amerîkayê wê desteka xwe bo we û hevkarên xwe yên din dewam bike.”

Heyet, silavên taybet yên serokê Amerîkayê Joe Biden, yên wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Bilinken û yên wezîrê bergiriyê Lloyd Austin gihandin Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û weha dewam kirin:

“Ji serok Biden heya rêvebirên di asta bilind ya Amerîkayê de li Washingtonê gelek dostên we hene. Rêvebiriya nûh ya Amerîkayê wê desteka xwe bo we û hevkarên xwe yên din dewam bike. Dixwazin têkiliyên xwe yên bo wexteka dûr bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re xurt bikin.”

Heyet her weha behsa rola herêma Kurdistanê û Pêşmerge ya li dijî IŞİD ê kir û rola Pêşmerge ya di têkoşîna li dijî terorê de berz nirxand. Di hevdîtinê de her dû alî hemfikir man ku tehdîda IŞİD ê dewam dike û divê li dijî terorê têkoşîn dewam bike.

Serokê herêmê Neçîrvan Barzanî, bi sedema desteka Amerîkayê ya bo Herêma Kurdistanê û Iraqê sipasiya wan kir û wateya seredana heyetê bo herêma Kurdistanê û Iraqê weka dewama desteka bo her dû federeyane û heyet nîşan dide ku dixwaze bi dil û can têkoşîna li dijî terorê destek bike û li herêmê îstîqrarê ava bike.

Di hevdîtinê de behsa diyaloga stratejîk ya Iraq-Amerîkayê hat kirin, behsa girîngiya tevlîbûna Herêma Kurdistanê bo nav diyalogê, behsa salvegera 30 em avakirina herêma bi ewle, di parastina xelkê Herêma Kurdistanê de rola Amerîka û hevkarên Amerîkayê, têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê, behsa hilbijartinên pêş û arîşeyên li herêmê hat kirin.

Heyet îro berê bi serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokwezîr Mesrûr Barzanî re hevdîtinan kiribû.