
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw îro 2yê Cotmehê li Hewlêrê bi endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Ebdulhekîm Beşar û Îbrahîm Biro civiya.
Parêzgariya Hewlêrê ragihand, di civînê de guftûgo li rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê û pêşhatên Sûriyê hat kirin, herwiha rewşa kampan bi giştî û kampa Dareşekranê bi taybetî û rewşa jiyana penaberên Rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Di civînê de, kar û projeyên ku ji bo kampên parêzgeha Hewlêrê hatine kirin û alîkarî û xizmetguzariyên ku pêwîst e bên kirin, hatin behskirin.”
Omêd Xoşnaw got: “Ji bo xizmetkirina penaberên Rojavayê Kurdistanê çi ji destê me bê, em ê bikin û rê nadin ti pirsgirêkek ji wan re derbikeve. Piştrast bin ew ê di desthilata me de be, xemsariyê tê de nakin.”
Şanda ENKSê spasiya Parêzgar û Parêzgeha Hewlêrê kir, ji bo xizmetkirina koçber û penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ku li kampên parêzgeha Hewlêrê dimînin.