image

PeyamaKurd – Şandeke Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, di serdaneke fermî ya Bexdayê de, hejmarek hevdîtin û civîn ligel Fermandariya Operasyonên Hevbeş, Wezîrê Berevanîya Iraqê, Serokerkanê Wezareta Berevaniyê pêk anî.

Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê ragihand, îro 23yê Hezîrana 2022yan, şanda Wezareta Pêşmerge bi serokatiya Serokerkan Îsa Uzêr serdana Fermandariya Operasyonên Hevbeş kir û ji aliyê Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş Ebdulemîr Şemerî ve hat pêşwazîkirin.

Hat diyarkirin ku Ebdulemîr Şemerî kurteyek li ser çalakî û karûbarên Wezareta Berevanî û Fermandariya Operasyonên Hevbeş ji aliyê şêwaza rûbirûbûna grûpên terorîstan û li ser mijarên ewlehî û serbazî yên Iraqê, pêşkêş kir. Piştre şanda Wezareta Pêşmerge, serdana beşên Fermandariya Operasyonên Hevbeş kir.

Şanda Wezareta Pêşmerge, di du hevdîtinên cuda de ji aliyê Wezîrê Berevanî yê Iraqê Cûme Înad û Serokerkanê Wezareta Berevanî Ebdulemîr Yarallah ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de pêwendiyên navbera Wezareta Berevanîya Iraqê û Wezareta Pêşmerge hat gotûbêjkirin.

Herwiha baştirkirin û pêşvebirina pêwendiyan û dirustkirina baweriyeke bihêz di navbera herdu aliyan de, di hemû waran de bi girîng û pêwîst hat dîtin, bi taybetî jî ji bo bandoreke zêdetir di rûbirûbûna DAIŞê de pêk bînin.