image

PeyamaKurd – Şandeke Amerîkayê bi serokatiya Koordînatorê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa yê Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê Brett McGurk, bi rayedarên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re civiyan.

Zanyarî diyar dikin, di civînê de pirsa êrîşên Tirkiyê yên li ser navçeyê hat gotûbêjkirin û Brett McGurk red kiriye ku Amerîka li hember êrîşên artêşa Tirkiyê razî be.

Herwiha Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê daxuyaniyek li ser aloziyên van demên dawî yên li bakurê Sûriyê belav kir û got, ew "tirsa" Tirkiyê têdigihin.

Li gor di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Amerîka aliyan han dide ku demildest radeya aloziyan li bakurê Sûriyê kêm bikin.”

Di berdewamiyê de hat destnîşankirin: “Em gelek nîgeran in derbarê operasyonên serbazî yên van demên dawî de ku li navçeyê rû didin û bûne sedema neseqamgîriya navçeyê û gefê li armancên me yên hevbeş dixwe ku nehiştina rêxistina DAIŞê ye û bûye metirsî li ser jiyana sivîlan û welatiyên Amerîkayê.”