image

PeyamaKurd -  Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah, di merasîma vekirina baregeha sêyem a PDKê li Kerkûkê de, ragihand ku ew ê li Kerkûkê dawî li rewşa ku ev 6 sal in hatiye ferzkirin bînin.

Ebdullah ji K24ê re daye xuyakirin, “Em vegeriyan Kerkûkê ji bo bihêzkirina pêkvejiyanê û yekrêziya di navbera pêkhateyan de.”

Şaxewan Ebdullah got: “Bi riya hilbijartinên pak û nûnerên PDKê yên di Encûmena Parêzgehê de; em ê dawî li vê rewşa ferzkirî, nedadwerane di xizmetguzariyê de, gendelî û zilma berpirsan û vê bê rêveberiyê li vî bajarî bînin.”

Li ser daxwazên hin aliyan bo paşxistina hilbijartinan jî Şaxewan Ebdullah got: "Ez endamê komîteya pêdaçûna tomarkirina dengderan im. Min di hefteya borî de bi beşdariya birayên ereb û tirkmen serpereştiya yekemîn civîna komîteyê kir. Ti rexneya wan li ser tomarkirina dengderên Kerkûkê nebûn.”

Şaxewan Ebdullah diyar kir: “Hinek alî ditirsin ku Kurd kursiyên xwe di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de zêde bikin.”

Hêjayî gotinê ye, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), îro 26ê Mijdara 2023yan piştî şeş salan baregeha Liqê Sêyem ya PDKê li Kerkûkê bi fermî vekir û kampanyaya hilbijartina parêzgeha Kerkûkê da destpêkirin.