image

PeyamaKurd – Encûmena Hevahengî ya Sendîkayên Mamosteyan ya Îranê bi daxuyaniyekê piştevaniya xwe ji grev û xwepêşandanan re nîşan da û bang li mamoste û xwendekaran kir, roja Sêşemê grevê bigirin û neçin holên xwendinê.

Encûmena Hevahengî ya Sendîkayên Mamosteyan ya Îranê da zanîn: “hêzên tepeserker bi beşdarbûna li Zanîngeha Şerîf û bilindkirina çekan li dijî mamoste û xwendekaran, hewl dane dengê van ciwanên ku daxwaza mafên welat dikin, bêdeng bikin.”

Herwiha Encûmena Hevahengî ya Sendîkayên Mamosteyan ya Îranê daxwaz ji leşkeran kir ku erkê xwe yê bingehîn ku parastina can û ewlehiya welatiyan e bi cih bînin û li kêleka xwepêşanderan û kesên daxwaza dadweriyê dikin bin û ji zordaran cuda bibin.

Di berdewamiyê de bang li xwendekaran kir ku roja Sêşemê 4ê Cotmehê, roja berî “Roja Mamosteyan a Cîhanê” dest bi grevê bikin û “hevgirtina xwe ji hemû xwepêşanderên li dijî stemkaran re nîşan bidin.”

Ev bangewaziya vê encumenê, piştî êrîşa hêzên ewlehiyê li Zanîngeha Şerîf li Tehranê û dorpêçkirina xwendekaran hat belavkirin ku heta saetên dereng ên şeva Yekşemê dom kir.