image

PeyamaKurd – Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, du êşîrên Ereb ên hawirde şer kirin û di encama şer de ciwanek birîndar bû.

Li gor çavkaniyên xwecihî, li nav bajarê Serê Kaniyê, çekdarên du êşîrên  Ereb ên hawirde ku bi ser komên çekdar in şer kirin.

Hat ragihandin ku şer û pevçûnên her du koman, ji serê sibeha roja Çarşemê ve destpê kiribû. Şer di navbera komeke ji gundewarên Hemayê û komeke ji gundewarên Dêrezorê de derketiye. Her du êşîr û tola xwe ya êlî li ser xaka Serê Kaniyê ku ji nişteciyên xwe yên resen hatiye valakirin vedidin.

Herwiha hat eşkerekirin, di encama şer û pevçûnên çekdarên her du êlan de, ciwanek bi navê Ebdullah ku ji xelkê resen ê Serê Kaniyê ye birîndar bûye, zerer û ziyanên gihîştine mal û milkê xelkê.