image

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di salvegera rizgarkirina Kobaniyê de peyamekî pîrozbahiyê belav kir. Peyam di ser hesabê Serok Barzanî yê baregeha wî de, bi zaravayê Kurmancî, Soranî û bi zimanê Erebî hat kirin û weha got:

 “7 em salevegera rizgarkirina Kobaniyê pîroz be.”

Bajarê Kobaniyê ya Binxetê, di sala 2014 an de ji aliyê IŞİD ê de hatibû îşxalkirin. Bi fermana serok Barzanî, ji parlementoya Kurdistanê biryarekî derxistin ku hêzên Pêşmerge derbasî Kobaniyê bibin û alîkariya şervanên ku li dijî IŞİD ê şer dikirin, bikin.

Hêzên Pêşmerge di 29 ê cotmeha 2014 an de, ji navça Silopiya di derê Xabûrê de derbas bûn û di ser bajarê Rihayê de, di navça Sûrûcê de derbasî Kobaniyê bûn.

%70 yê Kobaniyê di bin îşxala IŞİD ê de bû. Pêşmerge rewşê guhertin û di 26 ê çileyê de, bi desteka hewayî ya koalîsyona li dijî IŞİD ê, bajêr ji terorîstên IŞİD ê paqij kirin.