image

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 4ê Tebaxê li Pîrmamê pêşwazî li Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û Qubad Talebanî kir.

Di civîna ku heta ev nûçe dihat amadekirin berdewam dikir de, Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên jî amade ye û mijara sereke ya civînê, yekhelwestiya aliyê Kurdistanê di krîza siyasî ya Iraqê de ye.

Ev civîna Serok Barzanî ya ligel Bafil Talebanî di demeke ku rewşa siyasî ya Iraqê bi giştî di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û aliyên siyasî li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê û namzedên Serokwezîr û Serokomarê Iraqê negihiştine rêkeftinê, pêk tê.