
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 28ê Îlonê, pêşwazî li şandeke bilind a Tevgera Demokrat a Aşûrî ya bi Serokayetiya Sekreterê Partiyê Ye'qûb Gurgîs kir.
Piştî civînê hate ragihandin, ri vê hevdîtinê de her du alî hevxemiya xwe ya kûr ji bo kesûkarên qurbaniyên rûdana diltezîn a şewata hola dawetê ya qezaya Hemdaniye ragihand ku tê de sedan welatiyan can dane û birîndar bûne.
Di civînê de, rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, kûrtirkirina bingehên pêkvejiyan û aramiyê û her wiha peywendiyê dualî yên di navbera her du aliyan de hatin guftûgokirin.
Herwiha Serok Barzanî ji bilî pîrozbahiya bi boneya hilbijartina Ye'qûb Gorgîs wekî Sekreterê Partiyê, ji bo Tevgera Demokrat a Aşûrî, hêviya serkeftinê di kar û çalakiyên wan yên siyasî de xwest.