image


PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li şandeke bilind a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir, ku ji Hevseroka HDPê Berwîn Bulden, Osman Baydemîr û hin parlementer û nûnerên HDPê li Herêma Kurdistanê pêkhatibû.

Şanda HDPê sersaxî li Serok Barzanî kir, bi boneya koça dawiyê ya Dilovan Îdrîs Barzanî û hevxemiya xwe ji bo Serok Barzanî derbirîn. Ji bilî amaje kirina pirsgirêk û aloziyên li pêşiya gelê Kurdistanê li Tirkiye û Iraqê û guhartin û pêşhatên Rojavayê Kurdistanê û şerê li Efrînê, di wê civînê de behsa wê yekê kirin ku civîna wan bi Serok Barzanî re di vê demê de gelek watedar e.

Herwiha ronî xistin li ser rûdanên piştî referandûmê û teqezî li ser wê yekê kirin, ku pirsgirêkên li pêşiya gelê Kurdistanê li navendê bi hev girêdayî ne û daxwaza hevahengî û şêwirmendiya di navbera aliyên siyasî yên Kurd de kirin.

Di beşek din a civînê de, şanda mêvan behsa encamên kongreya partiya xwe kirin û kurteyek li ser rewşa siyasî ya Tirkiyê û rewşa welatiyên Kurd û kar û çalakiyên HDPê ji Serok Barzanî re kirin.

Li hemberê jî, Serok Barzanî bi germî bixêrhatina şandê kir û spasiya helwesta HDPê û Kurdên Bakur kir. Herwiha ronahiyek xiste ser bûyerên piştî referandûmê û teqez kir, bijardeya sereke ya gelê Kurdistanê di hemû qonaxan de aştî bû û her tim şer bi ser wan de hatiye spandin.

Serok Barzanî daxwaz jî kir, ku pêwîst e hemû alî li ser riyên çareseriyê yên realistî û aştiyane bigihin encamekê û ligel wê yekl jî zimanê zordariyê û çek û xwesepandinê ti carî serkeftî nabe.

Her di wê civînê de, her du aliyan li ser wê yekê hevnerîn bûn, ku li ser pêşhatên nû û riyên çareseriyê di pêwendî û şêwirmendiyê de berdewam bin.