image

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser êrîşa terorîstî ya li Basrayê peyamekî belav kir û ji bo malbatên kesên can dane sersaxiyê da wan. Peyama serok Barzanî wehaye:

“Îro di bûyera terorîstî ya ku li Basrayê çêbû, mixabin hinek hemwelatiyên me şehîd ketin û hinek ji wan birîndar bûn. Ew êrîşa ku li ser sîvîlan hatiye kirin bi tundî şermezar dikim. Kesên di êrîşê de can dane ji bo malbatên wan sersaxiyê dixwazim û dixwazim bizanibin hevparê xema wanim. Kesên di êrîşê de birîndar bûne ji wan re şîfayê dixwazim.

Kesên di êrîşê de jiyana xwe dane, ji Xwedêyê dilovan dixwazim ku wan qebûl bike bihişta xwe, ji bo malbatên wan û mirovên wan sebrê dixwazim.”