image

PeyamaKurd – Îro an ku di 18 ê adara 2023an de serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî hêjmarekî zêde ji dîplomat û nûnerên welatên biyanî ji firavîna nîvro re kir mêvan û bi hevre xwarin xwarin. Li gor ragihandina Baregeha Barzanî; serok Barzanî gotekî pêşkêşî mêvanan kiriye û bi dilgermî pêşwaziya wan kiriye. Barzanî di axaftina xwe de balê kişandiye ser girîngiya remz, wate û taybetmendiyên meha adarê û Newrozê. Barzanî xwest ku mêvan wexteke xweş li Kurdistanê derbas bikin.

Serok Barzanî her weha behsa rewşa siyasî ya herêma Kurdistanê û Iraqê kir û got derfetên baş hene ji bo kêşeyên di navbera Hukumeta Herêma Kurdistanê û hukumeta federal de çareser bikin. Çareserî, divê di rêya têgihiştinê de, li ser bingeha destûra Iraqê be. Barzanî behsa seredana dawî ya serokwezîrê Iraqê Sûdanî ya ji bo Herêma Kurdistanê kir û got derfeteka baştir ji bo têgihiştina zêdetir di navbera hukumeta Herêma Kurdistanê û hukumeta Federal de ji bi nehêlana arîşeyan çêbûye.

Barzanî, behsa kirina hilbijartinên Herêma Kurdistanê kir û got divê hilbijartin îsal bênkirin da ku rewabûn û berpirsiyariya hukumeta Herêma Kurdistanê nekeve ber niqaşê. Serok Barzanî weha got:

“Hemahengî û hevkariyeka baş di navbera tîmên navdewletî û terefên pêwendîdar yên Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên Kurdistanê heye. Nabe ku di mafên pêkhateyan de destêwerdan bê kirin û nabe îradeyekî diyarkirî li ser pêkhateyên Kurdistanê bê ferzkirin. Pêwiste rêz li îradeya pêkhateyên Kurdistanê yên netewî, olî bêgirtin û tiştên Neteweyên Yekgirtî ji bo pêkhateyan baştir dibîne, dê ji aliyê me de bê qebûlkirin.”

Di dawiya axaftina serok Barzanî de, pirsên ji aliyê beşdarvanan de di derbarê Herêma Kurdistanê û Iraqê de hatin kirin bersivand.