image

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 25ê Çileyê 2023yan li ser biryara nû ya Dadgeha Federal a Iraqê ya li dijî Herêma Kurdistanê, peyamek belav kir.

Serok Barzanî got: “Biryara îro ya Dadgeha Federal, beriya ku li dijî Herêma Kurdistanê be, li dijî proseya siyasî û li dijî Hikûmeta Iraqê û li dijî bernameya hevpeymaniya îdareya dewletê ye jî.”

Serok Barzanî destnîşan kir: “Ji bo me cihê matmayînê ye ku her dema keşeke erênî di navbera Herêm û Bexdayê de dirust bûbe û derfetek ji bo çareseriya kêşeyan derketibe holê, demildest Dadgeha Federal ji bo têkbirina wê derfetê kar kiriye û bi biryareke dijminkarane, derfet ji holê rakiriye û bûye sedema aloztirbûna kêşeyan.”

Peyama Serok Barzanî:

Bi navê Xwedayê bexşende û mîhreban

Mixabin careke din Dadgeha Federal a Iraqê helwesteke din a dijminkarane li hember Herêma Kurdistanê nîşan da û rêgirî li wê yekê kir ku ew pere ji bo Herêmê were, ku biryar bû ji aliyê Hikûmeta Federal ve bo Herêma Kurdistanê were şandin.

Li vir mebest pere nîne, kêşeya sereke binpêkirina maf û prensîpan e. Hemû alî agahdar in ku beşdariya me di hevpeymaniya îdareya dewletê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de, li ser bingeha bernameyeke zelal û têr û tije bûye ku hemû aliyan li ser wê li hev kirine.

Dabînkirina beşek ji heqên darayî yên Herêma Kurdistanê jî, ku mafekî rewa yê xelkê Kurdistanê ye, beşek bû ji wê bernameyê û rêkeftin li ser wê hat kirin. Loma biryara îro ya Dadgeha Federal, beriya ku li dijî Herêma Kurdistanê be, li dijî proseya siyasî û li dijî Hikûmeta Iraqê û li dijî bernameya hevpeymaniya îdareya dewletê ye jî.

Ji bo me cihê matmayînê ye ku her dema keşeke erênî di navbera Herêm û Bexdayê de dirust bûbe û derfetek ji bo çareseriya kêşeyan derketibe holê, demildest Dadgeha Federal ji bo têkbirina wê derfetê kar kiriye û bi biryareke dijminkarane, derfet ji holê rakiriye û bûye sedema aloztirbûna kêşeyan. Diyar e ajendayeke gumanî cîbicî dike û cihê Dadgeha Şoreşê ya rejîma berê girtiye.

Ez li vir ji Hikûmeta Iraqê û ji aliyên pêkhênerên hevpeymaniya îdareya dewletê daxwaz dikim, helwesta xwe li hember vê binpêkirin û dijayetîkirinê nîşan bidin ku ji aliyê Dadgeha Federal ve li dijî berjewendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê tê encamdan.

Mesûd Barzanî

25ê Çileya 2023an