image

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, îro Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert pêşwazî kir. Hat ragihandin ku di civîna hatiye kirin de rewşa siyasî û rewşa Şingalê hatine gotûbêjkirin.

Jeanine Hennis-Plasschaert

Seroka Nûnertiya Netewên Yekbûyî ya Iraqê (UNAMI) û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî, serdana Hewlêrê kir û ligel Serok Mesûd Barzanî civiyan.

Li gorî daxuyaniya ku ji Ofîsa Serok Barzanî hat ragihandin, di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya herêmê, pêwendiyên navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal û hewilên çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê hatine nirxandin.

Hat diyarkirin ku di civînê de tekezî hatiye kirin ku ji bo asayîkirina rewşa Şingalê divê rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê were cîbicîkirin û penaber vegerin malên xwe.

Her wiha hat zanîn ku di civînê de rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê jî hatiye gotûbêjkirin û Serok Barzanî tekez kiriye ku hilbijartinên Partiya Demokrat a Kurdistanê di warê yasayî û îdarî de prensîbeke neguherbar e û diyar kiriye ku pêwîst e hilbijartin di dema xwe de bên kirin.