image

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Yekşemê pêşwazî li Seroka Komisyona Amerîka ya Azadiya Olî Nadine Mainza kir.

Di hevdîtinê de, Seroka Komisyona Amerîka ya Azadiya Olî pêzanîna xwe yên siyaseta Serok Barzanî û rola dîrokî ya malbata Barzanî di kûrkirina pêkvejiyanê û parastina azadiya netewî û olî li Kurdistanê de parve kir.

Herwiha Seroka Komisyona Amerîka ya Azadiya Olî qurbanîdana Pêşmerge di şerê DAIŞê de û mêvandariya xelkê Kurdistanê û hewandina bi sedan hezar koçber bilind nirxand.

Di wê hevdîtinê de, guftûgo derbarê rewşa olan û pêkevjiyana pêkhateyan li Kurdistanê û berdewamiya ferhenga pêkvejiyanê de hatin kirin.

Rewşa siyasî ya Sûriyê, jiyan xelkê û pêwendiyên di navbera aliyên siyasî yên Kurdên Sûriyê, mijarên mijareke din a wê hevdîtinê bû.