
PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser şehîdbûna her dû mamosteyên zanîngehê yên bi navên Dr. Kawan Îsmaîl û Dr. Îdrîs Hemexan peyamekî sersaxiyê belav kir û ji aliyên pêwendîdar xwest ku tewanbar bê darizandin. Peyama serok Mesûd Barzanî wehaye:
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Ez bi şehîdbûna Dr. Kawan Îsmaîl û Dr. Îdrîs Hemexan ku îro di rûdaneke tawankarî de canên xwe ji dest dan û şehîd bûn, gelek xemgîn û dilgiranim.
Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesûkar, heval û nasên her du şehîd û hemû akademîsyen û mamostayên Kurdistanê dikim û xwe bi hevparê xema wan dizanim. Ji Xwedayê mezin hêvîdarim ku hedar û aramiyê ji malbat û kesûkarên wan re bibexşîne.
Daxwaz ji aliyên peywendîdar dikim ku tawanbar sizaya yasayî ya tawana xwe werbigre û herwiha rêkarên pêwîst li ber bigrin ji bo ku tawan û naheqiyên bi vî awayî êdî dubare nebin.”
Mesûd Barzanî
28.06.2022