PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji Ofîsa Serok Barzanî hat dayîn, îro Serok Barzanî pêşwaziya şandeke civata pîran a Romanyayê ya bi Serokatiya Serokê komîteya siyaseta derve ya civata pîran a Romanyayê Senator Titus Corlatsian kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di civînê de Balyozê Romanyayê yê Iraqê Octavian Dobre cih girtiye û Serokê komîteya siyaseta derve ya civata pîran a Romanyayê, Titus Corlatsian rola Serok Barzanî ya di nav xebata tevgera azadîxwaz a gelê Kurdistanê de bilind nirxand.
Hat diyarkirin Corlatsian ku rêzdariya xwe ji bo rol û qurbanîdana gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge ya di şerê dijî terorê de hanî zimên, tekezî li ser vê yekê kir ku welatê wî girîngiyeke gelek zêde dide têkiliyên xwe yên ligel Iraq û herêma Kurdistanê.
Hat diyarkirin ku Serok Barzanî jî têkiliyên navbera gelê Kurdistanê û gelê Romanyayê bi têkiliyên dostane pênase kir û daxwaz kir ku têkiliyên heyî di warê aborî, çandinî û hilberînê de werin berfirehtirkirin.
Her wiha hat diyarkirin ku Serok Barzanî di beşeke din ji gotinên xwe de spasiya rola Romanyayê ya di warê çarçoveya hêzên hevpeymanan a li dijî IŞÎDê kir ku hevkariya Pêşmerge kirin û risteke girîng di vê têkoşînê de lîstin.
Hat zanîn ku Serok Barzanî tekezî li ser vê yekê kir ku metirsiya terorê metirsiyeke cîhanî ye ku di warê leşkerî de IŞÎD hatiye jinavbirin lê sedemên derketin û bihêzbûna IŞÎDê hîn jî berdewam in û lazim e hevpeymanî û hewildanên navnetewî ji bo rûbirûbûna IŞÎDê û nehêştina terorê, berdewam bin û di siyaseta cîhanî de girîngî pê were dayîn.