image

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî ji bo koça dawî ya bavê Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed, sersaxî ji wî û malbata wî re xwest.

Li gor zanyariyan, bavê Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed, kesayetê olî yê navdar ê Soran a Hewlêrê Hacî Mihemedê Elî Mihemed Gerdî, pêr Şemiyê 6ê Tebaxa 2022an di 92 saliya xwe de koça dawî kir.

Ako Mihemed li ser hesabê xwe yê Facebookê diyar kir û got: “Te gelek zehmetî ji ber nexweşiyê kişand. Înşallah ew eê bibin kefaret. Înşallah Xwedayê Mezin wê ji bo te deriyê bihuştê veke.”

Di berdewamiyê de eşkere kir: “Bavê min ê hêja; bîranînên min ên ligel te û rênmayiyên te yên baş, wê her roj di bîra min de bin. Tu weke beden ji nav me çûyî, lê bîranîn û rênmayî û axaftinên te wê her wext ligel me bin.”