image

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, li Selahedîn pêşwazî li şanda Wezareta Derve ya Amerîkayê ya bi seroktiya Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyê David Browstein kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku di civînê de Browstein êrîşên vê dawiyê yên li ser Herêma Kurdistanê bi taybet firokxaneya Hewlêrê şermezar kir û behsa rola Serok Barzanî di parastina aramiyê de kir û piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê anî ziman.

Di hevdîtinê de her du aliyan ronahî xistin ser gef û metirsiyên terorê û hizra radîkal û têkezî li ser hemahengîya ji bo rûbirûbûna gefên terorê kirin.

Di civînê de behsa rewşa Sûriyê û kurdên wî welatî jî hat kirin û hêvî hat xwestin ku kurdên Sûriyê li hev bikin û bigihin rêkeftineke hevbeş.