.jpg)
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro ji bo 23yemîn salvegera damezrandina Kurdistan Tv, peyameke pîrozbayî belav kir.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê xwedêyê mezin û dilovan
Birêzan birêveber, stafa birêveberatî û karmendên Kurdistan Tv
Bi minasebeta 23yemîn salvegera damezrandina Kurdistan Tv, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we yên hêja dikim û hêviya berdewamî û pêşkeftina zêdetir ji bo we dixwazim.
Kanala esmaniya Kurdistan Tv, weke yekem kanala esmanî ya Kurdistanê, her di destpêka damezrandina xwe de heta îro pêbendî erkê netewî û nîştimanî bûye û ji bo gîhandina peyama aştîxwazane û bihevre jiyanê, bi derdorê serkeftî bûye û di heman demê de jî kariye rastbêjî û pîşeyîbûna xwe biparêze.
Pêwîst e Kurdistan Tv û Zagros Tv, di çarçoveya dezgeha setelayta Kurdistanê de berdewam bin li ser gîhandina peyama rewa ya gelê Kurd bi cîhanê û berfiretirkirina hişmendiya nîştimanî û çanda bihevre jiyanê di nava xelkê de.
Herwiha lazim e dezgeha setelayta Kurdistan xwe li gel guhertinên bilez yên medyayî biguncivîne û weke her tim pêbendî biha û armancên bilind yên gelê Kurdistanê be.
Destxweşiyê li we dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.
Mesûd Barzanî