image

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe ya îro ya Silêmaniyê de, pêşî serdana Tevgera Goranê û bi Rêkxerê Giştî yê Goranê Omer Seyîd Elî re civiya. Barzanî piştre jî serdana YNKê kir û ji aliyê Hevserokên YNKê Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî ve hat pêşwazîkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser serdana Nêçîrvan Barzanî ragihand, “Pêştir me civînek li Serokatiya Herêma Kurdistanê saz kir û di vê civînê de me biryar da ku serdana partiyan bikin û ligel partiyan hewlên cidî bidin daku pirsgirêkên ku li Herêma Kurdistanê hene, kêm bikin.”

Hat diyarkirin ku mijara sereke ya civînan, amadekirina Destûra Herêma Kurdistanê ye û Nêçîrvan Barzanî gotiye, “Me xwest hewl bidin têkildarî Destûrê hinek nêrînan li gel partiyan bidin û bistînin.”

Serokê Herêma Kurdistanê daye xuyakirin, ew li gel hemû aliyan dicive û gotûbêjan dike ji bo diyarkirina mekanîzmekê bo amadekirina Destûrê ku ew jî karê parlamentoyê ye.

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir, “Tekez hewlên cidî hene ji bo ku Destûr bê cîbicîkirin.”

Yek ji mijarên ku di hevdîtinan de gotûbêj li ser hatiye kirin, hilbijartinên parlamentoya Iraqê yên bê û amadekariyên aliyên Kurd bo wan hilbijartinan bûye ku Barzanî gotiye, divê Kurd berî hilbijartinan û piştî hilbijartinan jî li Bexdayê yekdeng bin.

Nêçîrvan Barzanî daye zanîn: “Pêwîst e tevaya partiyan çarçoveyekê bibînin ji bo hevahengiyê, çimku eger em hemû bi hev re bin, wê demê em dikarin hinek ji destkeftên xwe li Bexdayê pêk bînin, eger em dûrî hev bin, bê guman Herêma Kurdistanê dê zirarmendê yekem be û hemû hewldanên Serokatiya Herêma Kurdistanê jî ji bo vê ye ku em vê yekrêziyê pêk bînin.”

Berdevkê Tevgera Goranê, Dilêr Ebdulxaliq li ser serdana Nêçîrvan Barzanî ragihand, ew pêşwaziyê li wê serdanê dikin û bi derfeteke girîng dizanin ji bo gotûbêjkirina li ser mijarên ku di rojevê de ne.

Berdevkê Tevgera Goranê da xuyakirin girîng e ku di wan gotûbêjan de bikarin destkeftên gelê Kurd biparêzin û pirsgirêkên Herêma Kurdistanê çareser bikin.