
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê berê yê Îngîltere Boris Johnson qebûl kir. Barzanî di pey hevdîtinê de di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de wêneyê xwe û Johnson belav kir. Li ser belavkirinê Nêçîrvan Barzanî got;
“Min, vê êvarê, li Hewlêrê pêşwaziya dostê xelkê Kurdistanê û hevalê xwe yê hêja, serokwezîrê Îngîltere yê berê Boris Johnson kir. Me li ser pêşdeçûnên dawî yên li herêmê, zahmetiyan, îhtîmalan û texmînên dahatûyê, danûsitendinan kir.”
Serokwezîrê Brîtanyayê yê berê Boriz Johnson got ku eger car din bibe serokwezîrê Brîtanya, wê destekê bide her pêngava Herêma Kurdistanê û divê Iraq ji mafê rewa yên Kurdistanê re rizamendî nîşan bide. Johnson di forma ku li bajarê Duhokê ya Zankoya Amerîka de li ser pirsa ku ‘car din bibe serokwezîr wê Kurdistanekî serbixwe destek bike an neke’ de got:
“Ez tenê dikarim bêjim ku mijara demokrasiyê ya vî welatiye. Bi taybetî li ser bijartina pêngava Kurdistanê dikarim 2 tiştan bêjim: Ewilî hun ê desteka me bistînin, destek a min bistînin û ya Îngîltere bistînin. Ya duyem: Divê di destûra heyî de, çi mafê Kurdan tê de hebe, divê li wan rêz bê girtin.”