image

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema encama hilbijartina ku PDK biserket got ku serkeftina di hilbijartinan de bila bibe sedema ku kardoyên partiyê bêhtir xizmetê bikin. Serok Barzanî got ku gotineka Barzaniyan heye ku dibêjin ‘bi serkeftinê pesnê xwe nedin lê têkçûn jî bila hêviya we neşkêne’.

Barzanî li ser encama ku hilbijartinan bi serkeftî derbas bûn û PDK biserket, daxwuyaniyekî nivîskî da û weha got:

“Ez bi sedema hilbijartina Parlementoya Iraqê û serkeftina PDK ê di hilbijartinan de xelkê Kurdistanê pîroz dikim. Kadroyên PDK ê bi hêminane kampanya hilbijartinê meşandin, biserketin û rihê şehîdan şad kirin. Ez endamên PDK ê û refdarên wê pîroz dikim.

Serkeftina PDK ê serkeftina têkoşîna xelkê Kurdistanê ye û ev peyamekî xelkê Kurdistanê ye ji bo her layan ku di ti wextê de wê terka dîrok û qedr û qiymetên xwe neke. Bila ev serkeftin bibe wesîla xizmeta bêhtir ya PDK ê ji bo xelkê Kurdistanê.

Ez sipasiya Herêma Kurdistanê, Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê ya Iraqê, ya dezgeyên ewlehiyê û rêxistin û dezgeyên pêwendîdar dikim û hilbijartin bi awayekî medenî derbas bû. Rola serokkomar Mustafa Kazimî di çêbûna hilbijartinan de gelek girîng bû.

Ez hêvîdarim ku hemû teref bi hevre û li dora yek armancê ji bo berjewendiyên bilind yên Kurdistanê, li ser bingeha hevkariyê, ji bo parastina maf û destkeftiyên Kurdistanê bixebitin. Ez dubare sipasiya xelkê Kurdistanê dikim. Sipasiyeka taybet jî ji bo dilê Kurdistanê ji bo Kerkûkê ji bo wan birayên têkoşer û bawermend.”