image

PeyamaKurd – Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu, îro serdana Diyarbekirê dike.

Ekrem Îmamoglu di çarçoveya vê serdana xwe de, wê beşdarî Pêşangeha Odeya Bîreweran bibe ku ji aliyê hunermend Ahmet Guneştekîn ve hatiye amadekirin.

Şaredarê Stenbolê berî beşdarî wê pêşangehê bibe, wê li meydana Şêx Şeîd, xelkê Diyarbekirê bibîne.

Herwiha piştî pêşangehê, di saet 18.30yan de, wê beşdarî rêûresmên rêzgirtina li hunermendan bibe.