
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yeşemê 17ê Îlonê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Rêvebirê Beşa Rojhilata Navîn û Asya ya Civaka Sant Egidio kir ku komeleyeke mirovî ya navenda wê li Roma ye.
Di hevdtina Mesrûr Barzanî û berpirsê rêxistina Sant Egidio Profesor Leonardo Gialoretti de, behsa çalakiyên komeleyê hatin kirin û herwiha pesnê pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên cuda, azadiya olî û mêvandariya bi sedhezaran koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê hate dayîn.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo proje, kar û çalakiyên komeleya Sant Egidio nîşan da û ji bo xebatên wan hêviya serkeftinê xwest.