image

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştî diyarbûna encamên Hilbijartina Serokomariya Tirkiyeyê, Recep Tayîp Erdogan ê ku di pêşbirkahilbijartinê de bi ser ket, pîroz kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi boneya biserketina Namzedê Tifaqa Cûmhûrê Recep Tayîp Erdogan a Hilbijartina Serokomariya Tirkiyeyê, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de got;

“Ez bi boneya hilbijartina wî ya wekî Serokomarê Tirkiyeyê, pîrozbahiyê li Birêz Recep Tayip Erdogan dikim. Ez hêvîdar im di xula serokatiya wî de em zêdetir pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê bi pêş ve bibin.”

Di gera duyem a Hilbijartina Serokomariya Tirkiyeyê ku îro hat kirin de Recep Tayîp Erdogan ji %52,16 û Kemal Kiliçdaroglu jî ji % 47,84ê dengan girt û li gorî encamên nefermî, Erdogan car din wekî Serokomarê Tirkiyeyê hat hilbijartin.