
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî beşdariya forûma Diyaloga Mename ya 2021ê li Behreynê û hejmarek civîn û hevdîtinên ligel berpirsên pilebilindên welatê cihanê vegeriya Hewlêrê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di 3 rojên berdewama Korbenda Diyaloga Mename 2021 de, beşdarî panelekê bû bi hejmarek berpirsên pilebilind ên welatan re civiya.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di korbendê de gelek hevdîtin bi berpirsên welatên Ewropa û Amerîka û welatên Kendava Erebî re pêk anîn.
Di hevdîtinan de rewş û rûdanên li herêmê, aloziyên dawî yên li Iraqê û pêwendiyên duqolî û bihêzkirina pêwendiyan di warê siyasî, aborî û ewlehiyê de mijarên serekî yên hevdîtinan bûn.
Mesrûr Barzanî: Amerîkayê soza piştevaniya Pêşmerge da û li herêmê dimîne
Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Behreynê pêwendiyên dualî gotûbêj kirin
Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Derve yê Yûnanistanê re civiya
Hevdîtinên Serokwezîr Mesrûr Barzanî yên li Behreynê dewam dikin