image

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25ê Mijdara 2021ê, pêşwazî li Lehengê Asya yê Laşciwaniyê Hecî Ebdulselam Rêkanî kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahî û destxweşî li leheng Hecî Rêkanî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji lîstikvanên Kurdistanê û warê wezişê bi giştî re dubare kir.

Lehengê di werzişa Laşciwaniyê de Hecî Rêkanî, berî çend rojan medelyaya zêrîn di Qehremaniya Laşciwaniyê ya Asyayê ku li Lubnanê hatibû lidarxistin de, bi dest xistibû.