image

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, rizemendî da xerckirina 400 milyon Dînaran ji bo sektora tendirustiyê ya devera Raperînê.

Ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên Koronayê li devera Raperînê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wek hevkariyeke bilez, razemendî li ser xerckirina 400 milyon Dînar ji sektora tenduristiyê ya devera Raperînê da.

Hat ragihandin ku 250 milyon Dînar bi mebesta danîna sîstem û tora oksijenê û gaza bijîşkî ji nexweşxaneya 100 textî ya Jiyan re tê xerckirin û 150 milyon Dînar jî bi mebesta dabînkirina pêwîstiyên bijîşkî ji wê deverê re tê xerckirin.