
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşa bi doronê ya ku kirin ser payîtext Abû Dabi ya Îmaratê şermezar kir. Mesrûr Barzanî ragihandinê di ser hesabê xwe yê Twitterê de kir. Barzanî di peyama xwe de weha got:
“Ez êrîşa ser Abdû Dabiyê bi tundî şermezar dikim. Êrîşên weha xizmeta bêîstîqrarkirina herêmê dikin. Hestên min bi birîndar û malbatên kesên di êrîşê de jiyana xwe wenda kirine re ye. Hukumeta Herêma Kurdistanê destekê dide xelkê Îmaratan û hukumeta wê.”
Li Îmaratan li Abû Dabûyê li herêma Musaffahê Hûsiyên bi desteka Îraniyan, bi dronan êrîş kiribûn ser 3 tankêrên petrolê û di wan de teqîn çêbûbû. Di encamê de 3 kes miribûn û 6 kes birîndar bûbûn. Berdevkê Hûsiyan yê leşkerî Yahya Serî daxwuyanî dabû televizyona Hûsiyan ya bi navê Mesîra û weha gotibû:
“Ez ê di sietên pêşiya me de, di derbarê êrîşa leşkerî ya ku di kûrahiya dilê Îmaratan de hatiye kirin, ez ê daxwuyanî bidim.”