image

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya bernameya "Mea Cîzal" a kanala Sky News Erebî, gotara Herêma Kurdistanê gihand raya giştî ya Erebî. Mesrûr Barzanî behsa doza Kurdan û astengên li Iraqê têne pêş, ji raya giştî ya Erebî re eşkere kir.

Di programa bernameyê de hatiye diyarkirin; Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje ku "di nava çar salên borî de hikûmeta Iraqê ti budceyek neşandiye Herêma Kurdistanê".

Mesrûr Barzanî destnîşan kiriye "her kes dizane ku gendelî heye û serweta Iraqê tê dizîn".

Di bernameyê de pêşkêşkar careke din pirsa "gelo tu Kurd î" arasteyî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dike.

Cîzal Xûrî ku pêşkêşkareke Lubnanî ye û xwedî nasnameya Fransî ye, di dema jiyana xwe ya medyayê de gelek bernameyên navdar pêşkêş kirine.