image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Li gor zanyariyan, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro 3yê Cotmehê gihîşt Hewlêrê û li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve pêşwazî lê hat kirin.

Hat zanîn ku Kazimî îro li Hewlêrê beşdarî merasîma salvegera koça dawiyê ya Serokomarê Iraqê yê berê û Sekreterê Giştî yê Yekîtina Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî dibe.

Zanyarî destnîşan dikin ku Kazimî di vê serdanê de, pêşhatên dawiyê yên meydana siyasî ya Iraqê û pirsa pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê ligel her ye ji Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotûbêj dike.