PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî di peyama xwe ya bi boneya Cejna Newrozê de got, "Bi hêviyên herî xweş, bi hêvî û ji dil pîrozbahiyê li gelê Kurd dikim."
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî bi helkefta Cejna Newrozê peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Sûdanî bi pîrozkirina Cejna Newrozê ya Iraqê û gelên herêmê û bi taybet gelê Kurd got, "Ez hêvî dikim ku bibe bingeha Iraqeke ku her kes pê serbilind be."
Sûdanî da zanîn, "Ez pîrozbahiyê li gelê Kurd ê li Herêma Kurdistana Iraqê, gelên Iraqê û hemû gelên herêmê dikim ku Cejna Newrozê bi hestên herî xweş, bi hêvî û ji dil pîroz dikin."
Serokwezîrê Iraqê bi hêviya ku Newroz bibe wesîleya avakirina aştiya civakî û got:
"Em Newroza îsal di demekê de pîroz dikin ku Iraqê gavên girîng ji bo berdewamiya aştiya civakî, geşepêdana aborî û bernameyeke mezin a çaksaziyê avêtiye."