image

PeyamaKurd – Şêx Cahfer Mistefa ku berpirsê baskê 15 ê yê yê PDK li Xaneqînê ye, ragihand ku 36 gundên Kurda li ser sînorê Xaneqînê hatine valakirin û hin malbat ji hinek gundên din jî bar kirine. Cahfer bo ajansa BasNewsê weha ragihandiye:

“Li Xaneqînê 36 gundên Kurdan hatine vala kirin û ji wan gundên ku ereb bûn û hinek Kurd jî têde hebûn, Kurd ji wan deveran hatine derxistin û 500 malbatan bar kirin. Beşek ji wan çûn bo Silêmaniyê û ev rewş encama 16 ê cotmehê ye. Heşdî Şe’bî temamê navçeyê kontrol kiriye û li ser Xaneqînê metirsiyekî cîdî hey û Heşdî Şe’bî bahaneyan bo desteserkirina xelkê dikin. Do bi şev hewldan hin çalakvanên Kurd bigrin.’

Navçeya maddeya 140 ê bi giştî ji Şingalê heta Xaneqînê piştî pêvajoya azadiyê ve, xwedî hêviyekî bûn ku vegerin ser bi Herêma Kurdistanê, lê mixabin ji destpêka proseya azadiya Iraqê ve pêngav giran hatin avêtin.’’

Piştî sala 2003 ê, hikûmeta Herêma Kurdistanê heta 16 ê cotmeha 2017 ê Xaneqîn, Kerkûk û Şingal, xwe bi kiryar desthilat bûn û ew bajêr di pratîkê de di destê hikûmeta herêmê de bûn, lê naha ti tiştek di dest me de nemaye.’’