image

PeyamaKurd - Şanda PDKê û YNKê piştî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê îro Duşemê yekem civîna xwe li bajarê Silêmaniyê li dar xistin. Berdevkên her du partiyan piştî civînê naveroka civînê bi civîneke rojnamevanî eşkere kirin.

Berdevkê YNKê Emîn Babeşêx ragihand, piştî bidawîbûna hilbijartinan, ev civîn destpêşxeriyeke baş bû. Di civînê de çend pirsên girîng hatin guftûgokirin, bi taybet jî yekrêziya Kurdî li Bexdayê.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed jî got: “Em ê serdana hemû aliyan bikin. Dibe ku di bangeşeya hilbijartinê de hin dilgiranî di navbera aliyan de rû dabe, em dixwazin wan digiraniyan nehêlin.”

Berdevkê PDKê da zanîn: “Hemû aliyên Kurdistanî yên ku di proseya siyasî ya Iraqê de beşdar in, em ê bi hev re berevaniyê di ber mafên destûrî de bikin û kar ji bo bidestanîna ewên mane jî bikin.”

Derbarê asayîkirina rewşa Kerkûkê de jî Mihemed got: “Pêştir hikûmeta Herêmê û hikûmeta Iraqê ji bo vê pirsê gav avêtin û ji rêkeftinê nêzîk bûn, lê astengî hatin pêş. Hêvîdar in çareserî ji vê pirsê were dîtin.”

Li ser yekrêziya Kurdî li Bexdayê, Perdevkê PDKê got: “Li ser biryara Serok Barzanî şandek pêk hat ji bo serdana hemû aliyan bikin, heta ew ên kursî bi dest nexistine, ji bo rêkxistina navmala Kurdî.”

Berdevkê YNKê jî got: “Em ê her hewlekê bidin ji bo li Herêma Kurdistanê û Bexdayê yekrêz bin. Bernameya me jî heye û em li benda encamên dawiyê yên hilbijartinan e.”

Li ser mijara postê Serokomarê Iraqê Berdevkê PDKê diyar kir: “Me ti gengeşe li ser vê pirsê nekiriye. Rast e ev post para Kurd e, lê ne merc e ya aliyekî diyarkirî be.”

Mehmud Mihemed da zanîn: “Di civînê de me behsa dabeşkirina postan nekir. Me tekezî li ser berjewediyên gelê Kurdistanê kir. Em dabeşkirina postan nakin girêkek û ji me re nabe astengiyek.”