image

PeyamaKurd - Ciwanekî ji bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ku li Silêmaniyê dixebitî, ji ber daxwaza heqdestê xwe kir, ji aliyê xwediyê kar ê ji bakurê Kurdistanê ve hat kuştin.

Hat zanîn ku ciwanê bi navê Îbrahîm Ehmed Oso yê 17 salî, li ser daxwaza heqdestê xwe yê rojekê (35 hezar dînar), bi kêrê ji aliyê xwediyê kar li Silêmaniyê hate kuştin.

Li gorî nûçeya Rûdawê birayê Îbrahîm Ehmed Oso, Şeban Ehmed Oso gotiye, birayê wî ji aliyê Seyid Nûr Mihemed Şêrîn ve, ku xelkê Çaldirana Wanê ya Bakurê Kurdistanê ye, bi kêrê hatiye kuştin.

Birayê daye zanîn ku Ibrahîm Ehmed Oso daxwaza heqdestê xwe yê rojekê ji xwediyê kar kiriye û ji ber wê jî hatiye kuştin.

Îbrahîm Ehmed Oso 17 salî bû û ji gundê Xurxurê yê Kobanî bû ku nêzî salek û 2 meh bûn li Silêmaniyê kar dikir.