image

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku gelek xortên êzîdî yên nav YPŞ û asayişa Êzîdxanê yên girêdayî PKKê veqetiyan û xwe gihandin liqa 17 ya PDKê.

Berpirsê ofîsa rewşenbîrî û medyayî ya liqa 17 ya PDKê li Şingalê, idrîs Zozanî ji medya Kurdistanê re eşkere kir, gelek xortên êzîdî yên ku derveyî îradeya xwe bûbûn çekdarên PKKê li Şingalê, ji hêzên PKKê cuda bûn û xwe gihandin liqa 17 ya PDKê.

Zozanî got, "Piştî hilbijartinên giştî yên Iraqê gelek tişt zelal bûn. Xelkê Şingalê dengên xwe dan PDKê û kandîdên wê serkeftinek mezin bi dest xistin. Bo her kesî derket ku tenê PDK li Şingalê xwedî derdikeve û berdewam xizmeta xelkê Şingalê dike. Ji ber wê jî xortên ku li nav PKK û YPŞê de bûn, vegeriyan himêza PDKê."

Berpirsê PDKê da zanîn, piştî hilbijartinan gelek çekdar û endamên hêzên ne qanûnî yên PKKê, bê bawer bûne li hember wan û berdewam ji wan cuda dibin û berê xwe didin PDKê.