image

PeyamaKurd – Li ser medya civakî ji ber sivîkatîkirina li hemberî Ala Kurdistanê bertek ji rojnameya Yenî Şafak a Tirkiyê re ku nêzîkî deshilatdariyê re hat nîşandan.

Rojnameya Yeni Şafakê di derbarê Ala Kurdistanê de li ser parvekirina kurê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ku li bin daxuyaniya Erdogan Ala Kurdistanê parve kiribû, êrîşî bersiva kurê Netanyahû ku tenê Ala Kurdistanê parve kiribû kir.

Rojnameya Yeni Şafakê, şîroveya Yai Netanyahu bi sernavê "bersivek rezîl” weke nûçe belav kiribû û di nûçeyê de jî sivîkatî li Ala Kurdistanê kir ku li seranserê cîhanê sembol nirxeke pîroz a Kurdan e.

Piştî vê nûçeya Yenîşafakê li ser medya gelek bertek bo wê sivikatiyê hatin nîşandan û ew nûçe, wekî zimanê nefretê û dijminkarî li hember kurdan hat nirxandin.

Gelek kesan bi haştaga "#Yenişafakpaçavra" bertek nîşan dan.

Rojnamevan İlhami Işık ku şêwirmendê Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê ye got, “Hûn rojnameyeke rezîl in. Hûn in kincir (parçavra).”

Nivîskar Serbest Ferhan Sindî li ser haştaga #Yenişafakpaçavra got, "Ji bo neviyên Selahedîn, îro roja wê yekê ye ku em xwedî li al û rûmeta wan xwedî derbikevin.. Divê Yenişafak zanibe ku ew nikare heqaretê li neteweya Kurdistanê bike. Mafê kesî tune ye ku heqaretê li Kurdan bike.”

Serbest Ferhan Sindî sernavên rojnameyê yên ku pêştir gelê Kurd û Herêma Kurdistanê dike hedef parve kir û ew weke rojnameyeke dijî Kurdan pênase kir û got: “Em qirêja te ya li hemberî Kurdan baş nas dikin.”