
PeyamaKurd - Siyasetmedarê Amerîkî Peter Galbraith li korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPSê), ragihand ku damezrandina dewleta Kurdistanê dê ewlehî û îstîqrar bîne herêmê û heger ku Kurdistan û Iraq bibin 2 cîran dê sûda vê yekê ji bo hemû Rojhilata Navîn hebe.
Siyasetmedar, dîplomat û Balyozê Amerîkayê yê li Xirvatîstanê Peter Galbraith balê dikşîne ku gelên li Kurdistanê di Referandûmê (Rapirsiyê) de ji %92.3 dengên xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê dane û wiha got:
"Ev rewş ji bo dewleta Filistîn û Kurdistanê weka hev in. Pirsgirêka vana dê bi damezrandina dewletên wan çareser bibe. Ez piştrast im ku rêbaza çareseriyê ya 2 dewletî di nabera Iraq û Kurdistanê de dê rê xweş bike ku pêwendiyên herdû dewletan jî xweş û normalîze bibe û ev jî dê sûda wê ji bo îstîqrar û ewlehiya hemû herêmê çêbe."
Galbraith daxuyand ku hin kes ji bo êrişên Hamasê ku di mîhrîcanê de 1200 mirovên sivîl kuştin li hêncetan digerin, lê tu hêncetekî nikare qetlîama di festivala muzîkê de rave bike. Ji aliyê din de Kurd, 60 sal e li hember rejîman berxwe didin, lê tu car qetlîam nekirin û kesên sivîl nekuştin. Loma jî ger ku em behsa dadweriyekî bikim, dadwerî dewletbûna Kurdistanê mafê Kurda ye.