image

PeyamaKurd- Ji aliyê Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Suriyeyê (SOHR) ve hat ragihandin ku hêzên Tirk, ji 2 baregehên li sînorê Rojava û Tirkiyeyê yên Girêspî vekişiyane.

Li Rojava, di navbera Hêzên Suriya Demokratîk (HSD) û hêzên artêşa Tirk de êrîşên li dijberî hev tên kirin û ev yek jî dibe sedema xeteriyan.

Li gorî ragihandina SOHRê; hêzên Tirk, ji 2 baregehên leşkerî yên li gundên Tanuz û Harkaliyê yên ser bi bajarê Grêspî ve vekişiyane û çawa ku ev vekişîn çêbûye, ev baregeh ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine lêdan û têkbirin.

Hat eşkerekirin ku armanca vê vekişînê, pêşveçûna ber bi xetên hundurîn ên koordînasyona hevpar ên ligel hêzên Rus e. Li ser vê vekişînê tê payîn ku li ser esasê peymaneke nehatiye îlankirin a navbera aliyên Rus û Tirk; hêzên rejîmê û hêzên Rus ber bi Grêspî ve pêşve biçin.

Ji bo operasyonê, piştgirî nehat dayîn

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, di her şert û mercê de li hember HSDê daxuyaniyên hegera operasyonan dide lê ji bo van operasyonan, heta niha piştgiriyek bi dest nexistiye. Lewra welatên Ewropayê, hegera operasyoneke Tirkiyeyê, red dikin.