image

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Tirkiyê tabloya 9ê Gulanê ya rewşa vîrusa koronayê Covid-19 eşkere kir. Li gorî tabloyê beriya dawîbûna qedexeya giştî ya heta 17ê Gulanê berdewam dike, hejmara pêketiyan rojane kêm dibe.

Di tabloya îro de hat diyarkirin, di nav 24 saetên borî de li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, 283 kesên din ji ber koronayê wefat kirine û 15 hezar û 191 kes jî pê ketine.

Di tabloyê de hatiye diyarkirin ku 2 hezar û 102 nexweş hatine tespîtkirin û hejmara nexweşên giran jî gihîştiye 30 hezar û 81 kesan.

Bi van amarên dawî yên fermî re, hejmara pêketiyan gihîşt 5 milyon û 31 hezar û 332 kesan û ya mirinan jî ji destpêka pandemiyê ve bûye 43 hezar û 23 kes.