image

PeyamaKurd – Serokê Baroya Diyarbekirê ê berê Tahîr Elçî ku 28ê Mijdara 2015an li ber Minareya Çarling, dema daxuyaniyeke aştiyane hatibû qetil kirin, di heştemîn salvegera kuştina wî de li Diyarbekirê hate bibîranîn.

Bi pêşengiya Weqfa Tahir Elçî û Baroya Diyarbekirê li ber Minareya Çarling merasîmeke bîranîna Tahir Elçî birêve çû. Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren di merasîmê de bang kir ku bi hemû awayê xwe ve divê kuştina Tahir Elçî bê ronîkirin û tawanbar jî bê sizadan.

Di merasîmê de, hevjîna Tahir Elçî, parlamentera CHPê Turkan Elçî, Hevseroka HEDEPê Tulay Hatimogullari, Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Mehemet Emîn Aktar, Serokê Yekîtiya Baroyên Tirk Erînç Sagkan, hejmarek parêzvanên mafên mirovan, parlamenter û rêxistinên civaka sivîl beşdarî kirin.

Di meşa ku piştî merasîma li ber Minareya Çarling hate kirin de, nivîsên “Em te ji bîr nakin” hatin hilgirtin  dirûşma “Tahir Elçî rûmeta me ye” hate qêrîn.