.jpg)
PeyamaKurd- Piştî êrîşa ku îro li paytexta Tirkiyeyê Enqereyê çêbû, vê êvarê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li dijî Qendîlê operasyoneke asîmanî kir û hat ragihandin ku di operasyonê de 20 hedef hatine jinavbirin.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan 20 hedefên li herêmên Metîna, Xakurkê Qendîl û Garayê ku hatiye tespîtkirin terorîst di nav de hebûne, bi operasyoneke asîmanî ji nav birine.
Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku “ Terorîst dê nikaribin ji encama jêneger birevin. Me şevekê ji nişke ve li şikeftên wan dan, em ê berdewam bikin. Heta yek terorîstek hebe, dê ev têkoşîn berdewam be.”
PKKê, li ser êrîşa navborî îro daxuyaniyek dabû û berpirsiyariya vê êrîşê girtibû ser xwe.