image

PeyamaKurd – Parêzger Umêd Xoşnaw, li dîwana parêzgeha Hewlêrê pêşwazî li malbata Kurd kir a ku çend roj berê li Tirkiyê rastî êrîşeke nijadperestên Tirk hatibû.

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, îro 17.05.2021ê danê sibê, pêşwazî li malbata Kurd a ku berî çend rojan li Tirkiyê rastî êrîşeke nijadperestî bûbû kir û piştî civîna bi malbatê re, di civîneke çapemeniyê de daxuayniyek derbarê wê de da û diyar kir: ‘‘Ev bûyera pêk hat, hestên me hemûyan hejand. Ji ber ev destdirêjî ye li ser takê Kurd û rûmeta mirovahiyê. Piştî bûyerê jî me û berpirsên Herêma Kurdistanê, em hatin deng û li dû bûyerê ketin û balyozê Tirkiyê li herêma Kurdistanê jî hate deng û pişt re tawanbar hatin girtin.’’

Herwaha destnîşan kir: ‘‘Polîs û Hikûmeta Tirkiyê piştrastî da me ku canê hemwelatiyên me dê selamet be. Em li gel Tirkiyê du cîranên girîng in.’’

Endamekî wê malbatê yê bi navê Bêstûn jî da zanîn: ‘‘Piştî bûyerê, hemû berpirsên Herêma Kurdistanê bi deng hatin û pişt re jî alîkariya me kirin, ku hem li Tirkiyê, hem jî li Kurdistanê çareserî ji bo me bê kirin.’’