image

PeyamKurd - Berdevkê Hêzên Çekdar ên Urdunê Mistefa El-Heyarî li ser bûyerên sînorê Urdunê ku milîsên bi ser Îranê ve êrîşan dikin got, “Em li ser sînorên xwe rastî şerekî hatine ku ji aliyê milîs û saziyên girêdayî rejîma Îranê ve tên birêvebirin.”

Li gorî ragihandina medya Urdunê Mistefa El-Heyarî gotiye ku Îran bi milîsên girêdayî xwe şer difiroşe wan û diyar kiriye: “Ew milîsên girêdayî rejîma Îranê pir metirsîdar in lewra ewlehiya neteweya Urdunê kirine armancên êrîşên xwe.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, çend roj berê jî Urdunê ragihandibû ku di şer û pevçûnên navbera wan û qaçaxçiyên madeyên hişbir li ser sînorê wan de, 4 kes ji qaçaxçiyan hatine kuştin.

Herwiha piştî belavbûna nûçeya kuştina wan qaçaxçiyan Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) jî ragihand ku yek ji wan kesên hatiye kuştin serokê koma qaçaxçî bûye û bixwe pêwendîya wî bi Hizbullaha Lubnanê re hebûye.