image

PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê kesekî ku dema pîrozbahiyên têkçûna tîma Îranê li hember tîma futbolê ya Amerîkayê di Kûpaya FIFA ya Cîhanê de, bi guleyên hêzên Îranê hatibû birîndarkirin û piştre jî hatibû girtin, jiyana xwe ji dest da.

Kesê bi navê Serdar Qadirî, 20ê  Mijdarê li Ûrmiyê tevlî xwepêşandana piştî têkçûna tîma Îranê bûbû û bi guleyên hêzên Îranê hatibû birîndarkirin û piştî rojekê jî hatibû girtin.

Rêxsitina Mafên Mirovan Hengawê ragihand ku Serdar Qadirî ji ber birînên xwe yên giran can daye û ji bo wergirtina cenazeyê wî jî hêzên Îranê daxwaza 200 milyon tûmen (100.000 dolar)  ji malbatê kirine.

Hat zanîn ku Serdar Qadirîyê 36 salî zewicî bû û bavê 2 zarokan bû.

Li gorî amarên dawî ji destpêka protestoyên li Rojhilatê Kurdistanê ve bi kêmî 116 kes li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi destê hêzên Îranê hatine qetilkirin ku hejmara giştî ya kuştiyan li seranserê Îranê jî gihîştiye 459 kesan.